
ÊLIH (AJANSDOĐU) - Rêxistina DTP'ê ya Kercewsê, bûyerên ku di dema pîrozbahiya Newrozê de qewimîne țermezar kir û xwest ku berpirsyar bên cezakirin.
Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Kercewsê, li avahiya partiyê bi daxuyaniyeke bûyerên ku di dema pîrozbahiya Newrozê de li Wan, Gever, Colemêrg û Sêrtê derketine țermezar kir û xwest ku berpirsyar bên cezakirin. Țaredarê Kercewsê Esat Oner û rêveberên DTP'a Kercewsê bețdarî daxuyaniyê bûn. Serokê DTP'a Kercewsê Țukru Aslan diyar kir ku bûyerên ku li Wan, Gever, Colemêrg û Sêrtê derketine țermezar dikin û wiha got: "Em vê êrîța ku kesên tehamulî azadiyê û demokrasiyê nakin kirine, țermezar dikin û em dixwazin ku berpirsyarên van buyeran bêne cezakirin. Her wiha ji kar bêne avêtin." Aslan derbirî ku li cihê ku Newroz bi destûr hatiye pîrozkirin tu bûyer neqewimiye û wiha pê de çû: "Bi zihniyeta qedexeyê tu kes nagihîje meqseda xwe. Tu kes nikare agirê Newrozê vemirîne." Pițtî daxuyaniyê slogana "Em ji pêkutiyan bêzar nabin" hat avêtin.
(DĘHA)
http://www.ajansdogu.com
btm-dtp_gercus_kinama1.jpg