Amed dê di Newrozê de Bêje Êdî Bes e
Tarih: 17.03.2008 Saat: 21:53
Konu: Kurdî




AMED (AJANSDOĞU) - Komîsyonên ji bo Newroza Amedê ku dê 21'ê Adarê de bê pîroz kirin, hatine avakirin li çar aliyên bajar xebatên xwe didomînin. Di civînên bi gel re tên kirin de daxwaza mutatap girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rawestandina operasyonan derdikeve pêş. Hemwelatiyên bi eleqeyek mezin nêzîk xebatan dibin diyarkirin ku dê ji zordariyê re bêjin 'Êdî Bes e'.

Bi nîzîkbûna roja Newrozê hem çavê gelê kurd û hem jî çavê cîhanê vegeriya ser Amedê. Li aliyekê nîqaşên di qada siyasî de li ser wateya Newroza Amedê tên meşandin dom dikin û li aliyê din jî xebatên ji bo Newrozek bi coştir li bajar dest pêkirine bi destê komîsyonên hatine avakirin bi lez dimeşin. Çav li rê ye sed hezaran kes beşdarî Newroza dê di 21'ê Adarê de li Zumrutkentê bê pîroz kirin e. Di şahiyên ji hêla Komeleya Hemwelatiyên Azad ve li taxan bi coş tê pîroz kirin, bangawaziya beşdariya Newrozê jî tê k irin. Her wiha di civînên ji hêla komîsyonan ve mal bi mal tên kirin de jî beşdar didaxuyanînin ku dê di Newroza îsal de ji tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyonên tên domandin re bêjin 'Êdî Bes e' û bixwazin ku Ocalan wekî muhatap bê girtin.

'Erdogan şer dixwaze'

Jina bi navê Feyziye Kolak a 55 salî da zanîn ku dê di vê Newrozê de bixawzin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbest bê berdan û wiha axivî: "Gelê Amedê rûmeta xwe bi torbeyek maqarnayê nafiroşe. Ji bo ku em nîşanî AKP'ê bidin em rûmeta xwe nafiroşin lazim e em hemû li qadan bin. Ez ên li dû maqarna û şekirê dibezin jî nalet dikim. Lazim e herkes li dijî vê şerî bêje Êdî Bes e. Serokwezîr Erdogan bi operasyonan bombe di ser serê zarokên me de barandin. Rêberê Kurdan Abdulalh Ocalan aştiyê dixwaze lê Erdogan di şer de israr dike. Em dê ji vê re bêjin êdî bes e."

Di Newrozê de amadekariya kincên neteweyî

Jina terzîtiyê dike ya bi navê Berîvan Atîs derbirî ku dê ji bo Newrozê kincên neteweyî herwe ji hemû xizmên xwe bidirû û wiha got: "Min ji bo zarokên xwe jî kincên neteweyî firotin. Em Newrozek renga reng dixwazin. Tu metirsiyên me tunin. Ez hêvî darim ku wê rojê dê hemû amedî bên qadê. Dewlet vala nasekine. Ji bo me bitirsîne derewan diavêje holê û gel dixe nav xofan. Em bi van tiştan naxapin. Çi bibe bila bibe em dê Newroza xwe pîroz bikin. Em bi sed hezaran dê daxwazên xwe yên Newrozê bînin ziman."

'Muhatap kifş e'

Hamît Zengîn jî balkişand ser wateya Newrozê û xwest ku hemû Amedê di Newrozê de daxwazên xwe bînin ziman. Zangîn derbirî ku dê roja Newrozê li qadê be û wiha pêde çû: "Tirkiye dizane ku dawiya vî şerê qirêj tune ye. Di wariyê de dê çareseriyek bê. Ew baş dizanin ku muhatap jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Serokê Gel li Îmraliyê ye. Bila biçin bi wî re rûnên û diyalogê pêş bixin.

Ez niha de Newroza gelê kurd pîroz dikim." Jina bi navê Ayşe Tutmaz jî Cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir û bang kir ku ji 7'î heta 70'yî her kes beşdarî Newrozê bibe."

Em dê bêjin 'Êdî Bes e'

Hemwelatiyê bi navê Îbrahîm Guzel jî daxuyand ku tê xwestin Newroz bê asteng kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Naxwazin Newroz bi coş derbas bibe. Ez bang li gelê kurd dikim ku li gel hemû zordariyan ji zarokan heta mezinan bi herikin qada Newrozê. Em îsal jî Newrozê wekî salên borî bi coş pîroz bikin. Ev Newroz dengê aştiyê yê gelê kurd e. Em dê di Newrozê de ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, operasyonên didomin û zordariyê re bêjin êdî bes e. Em dê destê xwe yê aştiyê dirêj bikin lê ku di şer de israr bikin, gelê kurd ji wê re jî amade ye."

(DİHA)

http://www.ajansdogu.com



dyb-ayse_tutmaz.jpg



Bu haberin geldigi yer: AJANS DOGU
http://www.ajansdogu.com

Bu haber icin adres:
http://www.ajansdogu.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3199