
AMED (AJANSDOĞU) - Li Rojhilata Navîn Newroz hirî zêde li Amedê bi awayekî girseyî tê pirîrozkirin. Piştî serlêdana Komîteya Amadekar a Newrozê aloziya di navbera DTP'ê û Walîtiylê de ji bo cih derketî, ber bi çareseriyê ve diçe. Duh hevdîtina heyeta DTP'ê ya Parlamentera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk û Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Nejdet Atalay jî di nave de, bi Walî Huseyîn Avnî Mutlu re pêk anî, erênî derbas bû. Hate zanîn ku Walî Mutlu ji DTP'iyan re gotiye ku ew jî dixwazin Newroz bi awayek navendî bê pîrozkirin û dê biryara xwe ya ji bo qada Newrozê ya nû di ber çavan re derbas bikin. Çav li rê ye piştî biryarê Walîtî li DTP'ê vegere.
Piştî Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo qada bi taybet ji bo Newrozê li Baglarê hatiye amadekirin serî lê da, serlêdan ji aliyê Wamliyê Amedê ve bi gotinên wekî, "Qada Newrozê qada Fuarê ye, em nikarin li cihekî din destûrê bidin" nehate qabûlkirin. Aloziya ku piştî vê bersivdayînê destpê kir, ber bi çareseriyê ve diçe. Heyeta Parlamentera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Nejdet Atalay, Serokê Komîteya Amadekar Alî Şîmşek, Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Şaredarê Yenîşehîrê Firat Anli û Şaredarê Kayapinar Zulkuf Karatekîn di nav de, têkildarî aloziyê, bi Waliyê Amedê Huseyîn Avnî Mutlu re hevdîtin pêk anî. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, heyeta DTP'ê di mijara qada Newrozê ya nû de bi biryare û daye zanîn ku wê di vê mijarê de tu pirsgirêkên ewlekariyê neyên jiyandin. Heyeta DTP'î destnîşan kir ku heke pîrozbahî bi awayekî navendî neyê pêkanîn, dê wê demê li bajêr pirsgirêkên ewlekariyê derkevin holê û xwest ku daxwaza wan were qebûlkirin.
'Aloziya qadê' hate asta çareseriyê
Hate hînbûn ku di dema hevdîtinê de Walî Mutlu jî daxwaza heyetê bi awayekî erênî pêşwazî kiriye û diyar kiriye ku wê pirsgirêka ji bo qadê, ji aliyê walîtiyê ve ji esas bê nirxandin. Hate diyarkirin ku Walî destnîşan kiriye ku bi tenê ji bo dema xilasbûna Newrozê pirsgirêkên ewlekariyê yên ku dibe bên jiyandin, bi fikar in. Hate zanîn Mutlu, daxuyandiye ku ji ber qada Newroz ya nû cara yekem tê bikaranîn hêzên ewlekariyê ji di vê mijarê de ne bi tecrûbene û daye zanîn ku ew jî dixwazin pîrozbahiyên Newrozê bi awayekî navendî bên lidarxistin.
DTP xebatên xwe didomîne
DTP'ê daxuyandibû ku heke Waliyê Amedê ji bo qada Newrozê ya nû destûrê ne de, dê pîrozbahiya navendî li dar nexe, Newrozê li taxa û kolanan bi gel re pîroz bikin. Xebatîn DTP'ê yên ji bo pîrozbahiyên li qada nû bênavber didomin. Her wiha avakirina sahneya mezin a ku 300 metrekareye jî dest pê kir. Li bajêr nêzî 2 hezar kesan li hemû tax û navçeyan kolan bi kolan û mal bi mal xebatên ji bo Newrozê dimeşînin.(DİHA)
kaynartepe-newroz.jpg