Warning: ob_start() [ref.outcontrol]: output handler 'ob_gzhandler' cannot be used twice in /home/ajansd/public_html/mainfile.php on line 99
AJANS DOGU - Kulavgerî ber bi windabûnê ve diçe


Kulavgerî ber bi windabûnê ve diçe
Tarih: 14.03.2008 Saat: 14:51
Konu: Kurdî




RIHA (AJANSDOĞU) - Li Navçeya Wêranşara Rihayê kulavgerî ber bi windabûnê ve diçe. 2 kulavgerên dawî yên li navçeyê diyarkirin ku sal bi sal eleqeya li hemberî kulavan winda dibe û li şûna wan mefûr tên tercîhkirin.

Li Navçeya Wêranşara Rihayê kulavgerî demên xwe yên dawî dijî. Li navçeyê du hostayên gulavan ên dawiyê, Celal Horkut û Halîl Karadagli diyarkirin ku eleqeya li hemberî kulav hindî diçe kêm dibe. Karadagli daxuyand ku ev 43 sale vî karî dike û wiha got: "Dîroka kulavgeriyê pir dirêje. Li gorî agahiyên di destê me de kulavgerî ji hêla Hallaci Mansur ve hatiye kewşkirin. Yekemcar Hallaci Mansur kulav çêkiriye. Bi hezaran salan berî niha destpêkiriye. Êdî girîngiya xwe winda kiriye. Şûna kulavan êdî mefûr û xalîçe digirin. Ligle ku buhayê wî tenê 50 YTL'ye jî qet nayê firotin. Demekê me dê dest ji vî karî berdaba lê gotin d ê Wezareta Çandê alîkariyê bide me û lazim e em vê pîşeyê bidomîn. Piştgirî ji bo me nehat û em hêj bi keda xwe li ser piyan e." Karadagli derbirî ku ji ber pêşveçûyîna teknolojiyê kulavgerî jî êdî meslekek pir zor nîne lê cardin jî dema li ser hêriya berxan nexşan çêdikin dijwariyê dikişînin.

'Ez dixwazim ev pîşe bijî'

Hostayê kulavan ê 25 salan Celal Horkut jî ji bêeleqetiya li hemberî kulav bi gazinc e. Horkut wiha axivî: "Li Wêran şarê niha em du kes mane. Karê me pir zehmet e. Hem kedek mezin dixwaze. Karê me berê bi me sing dikir niha em bi makîneyê dikin. Hind bikirên ji Ewropayê tên ji bo bi dîwarê mala xwe vekin dikirin. Li şûna kulav êdî herkes meşûr û xalîçeyan dikire. Lê keçe em bi tenduristî û hem jî pir erzan e. Lê pîşeya me demên xwe yên dawî dijî. Ez dixwazim ev pîşe bijî."



viransehir-kececi.jpg



Bu haberin geldigi yer: AJANS DOGU
http://www.ajansdogu.com

Bu haber icin adres:
http://www.ajansdogu.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3073