Baydemīr ū Demīrtaž ji ber pirtūkźn kurdī hatin darizandin
Tarih: 14.03.2008 Saat: 14:45
Konu: Kurdī




AMED (AJANSDOŠU) - Žaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji ber çapkirina pirtûka çîrokan a kurdî-tirkî û Žaredarê Surê yê berê Abdullah Demîrbaž jî ji ber brožûra bi ormanca težfîqkirina bexžandina lebatan dabû çapkirin derketin pêžberî dadger. Baydemîr di îfadeya xwe de diyar kir ku di dema xwendekariya xwe de bi boneya kurdî axivî ye lêdan xwariye û niha jî bi sedema pirtûka çîrokan a kurdî çapkiriye tê darizandin. Baydemîr derbirî ku lazime li žûna wî ev nêrîn bê darizandin. Abdullah Demîrbaž jî anî ziman ku ji ber bi kurdî diaxivin tên darizandin wiha got: "Di asîmîlekirina kurdan de para Serokwezîr jî heye. Ji ber vê yekê Serokwezîr jî li vir bê darizandin."

Li aliyekê Hikûmeta AKP behsa televîzyona kurdî dike lê li aliyê din bi boneya çapkirina pirtûk û brožûrê kurdî bi sedan kes li mehkemeyan tên cezakirin. Bi hezaran dozên ji ber axaftina kurdî hatin vekirin îro bi boneya çapkirina pirtûka çîrokan a kurdî-tirkî û çapkirina brožûra ji bo težfîqkirina bexžandina lebatan (organ) dom kir. Di danižîna li 5'emîn Esliya Ceza a Amedê hate dîtin de Žaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji ber çapkirina pirtûka çîrokan a kurdî-tirkî û Žaredarê Surê yê berê Abdullah Demîrbaž jî ji ber brožûra bi ormanca težfîqkirina bexžandina lebatan dabû çapkirin û parêzerên wan amade bûn. Di danižînê de Demîrbaž anî ziman ku ji bo bexžandina lebatan težfîq bikin biryara mecilsê girtine û wiha got: "Ez jî hemwelatiyek li vir dijîm e. Zimanê min ê dayîkê kurdî ye. Me bi tirkî û kurdî belavok çap kir. Ji sedî 70'yê gel kurdî diaxive. Ji bo bažtir bê famkirin me kurdî çap kir."

'Lazim e Serokwezîr jî li vir bê darizandin'

Dembîrbaž gotina Serokwezîr Erdogan a li Almanyayê ji bo tirkan gotî ya wekî, 'Entegre bibin lê asîmîle nebin' bi bîr xist û wiha axivî: "Lê ji ber ku em zimanê kurdî bikar tînin em tên darizandin. Ji ber asîmilekirina kurdan sûcê Serokwezîr jî heye. Lazim e Serokwezîr jî li vir bê darizandin. Tižta me kirî siyasî nîne. Me ji bo tevlêkirina bexžandina lebatan ev brožur çapkirin."

'Yên kurdî diaxivin tên cezakirin'

Žaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî diyar kir ku zimanê 20 milyon hemwelatî tê qedexekirin û wiha got: "Ji ber ku me zimanê vî gelî bikar anî ye em li dadgehan tên darizandin. Li bajarek zimanê ji sedî 95'ê nižtecihên wê kurdî, ez ji ber çapkirina çîrokên kurdî têm darizandin. Li vî welatî pirçandî wekî sûcekê hatiye kižf kirin. Li vî bajarî ji ber ku mirov kurdî diaxivin tên darizandin û cezakirin. Li vî bajarî gelê me nikare navên kurdî bide zarokên xwe. Ligel van tevan riya em çûyîn jî qasî misqalekê ye."

'Li dibistanê ji ber kurdî li min xistin niha min didarizînin'

Di axfatina xwe de Baydemîr anî ziman ku pirtûkên çapkirin ji bo çanda kurdî tevlêkirinek biçûkin û ev tižt gotin: "Zagona behsa wê tê kirin di 1925'an de ji bo qedexekirina tîpên erebî hatiye derxistin. ev 80 sale nayê bikar anîn. Li tižtek pir ecêb e di van salên dawiyê de tê bi cihanîn. Ez hemwelatiyê Tirkiyeyê me lê di heman demê de kurd im. Ez endamê çanda kurdî me. Parastina vê çandê wezîfeya min e. Li dibistana seretayî ji ber ku ez kurdî axivîn mamosteyê min li min xist. Niha jî ji ber ku min pirtûka kurdî tirkî ya çîrokan çap kir, ez tên darizandin. Lazim e ne ez ev zîhniyet bê darizandin."

'Em dê vî sûcî bidomînin'

Baydemîr got ku dadger û dozger dema dikevin malpera Wezareta Dadê ya bi navnîžana "www.adalet.gov.tr" ji ber ku 'W'yê bikar tînin sûç dikin û wiha axivî: "Dibêjin zagonên žorežê. Dema ez navê žorež û perisînê dibihîsim ez jî pir bi což dibim. Lê ji bîr nekin ku Ataturk jî yekemîn peyva dinvîsî 'W' ye. Qasî ez žaredar bim ez dê vî sûcî bidomînim. Ku sûc be." Parêzer Muharrem Erbey, Cîhan Aydin, Sezgîn Tanrikulu û Mustafa ayzit jî beraet xwestin. Dadgehê ji bo temamkirina kêmasiyan doz taloq kir.



baydemir-demirbas.jpg



Bu haberin geldigi yer: AJANS DOGU
http://www.ajansdogu.com

Bu haber icin adres:
http://www.ajansdogu.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3071