Li Amedź yekemīn agirź Newrozź bilind bū
Tarih: 14.03.2008 Saat: 14:42
Konu: Kurdī




AMED (AJANSDOŠU) - Li Amedê yekemîn agirê Newrozê bi beždariya sedan kesî ve bi awayek což hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de sloganên dilsoziya çalakgeran a ji bo PKK û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tîne ziman û rûrežkirin polîtîkayên AKP'ê derkete pêž.

Komeleya Hemwelatiyên Azad a Hasirliyê, li Semta Surîçiyêa yekemîn agirê Newroza 2008'an pê xist.

Di pîrozbahiyên bi hezaran kes beždar bûn de, lastîk hatin žewitandin û agirê Newrozê bilind bû. Di pîrozbahiyên Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Nejdet Atalay, Serokê Gižtî yê Komeleya Pêžvebirina Civaka Sivîl Nadîr Yildirim jî beždar bûn de, koma mûzîkê ya cîgirêyî bi navê Agirê Adarê derket ser dikê. Girseya li dor agir bi dahol û zirneyê govend girê da, sloganên, "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz", "PKK gel e gel li vir e" û "Ocalan" hatin avêtin. Di pîrozbahiyên posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin de, ciwanan xwe di ser agir de avêtin. Di pîrozbahiyê de jinan kincên neteweyî li xwe kirin û Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Nejdet Atalay axaftinek kir. Alatay balkižand ser girîngiya Newrozê û anî ziman ku Newroz ji bo kurdan hebûne. Altay diyar kir ku Newroz mizgîniya biharê ye û wiha got: "Ez mizgîniya biharê li gelê kurd pîroz dikim. Newroz ji bo pêžxistina têkožîna gelê kurd firsatek e. Ez cardin mizgîniya hebûnê li we pîroz dikim."

Pižtî axaftina Atalay girse li ber agirê Newrozê govend girê da û Koma Reqsê ya Komeleya Ozgur Yurttažê ya Hasirliyê jî govend pêžkêž kir.



newroz_ilkates.jpg



Bu haberin geldigi yer: AJANS DOGU
http://www.ajansdogu.com

Bu haber icin adres:
http://www.ajansdogu.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3070