Keçika cıwan, perwerdehiya xwe li malê dibîne
Tarih: 13.03.2008 Saat: 16:37
Konu: Kurdî




COLEMÊRG (AJANSDOĞU) - Li Navçeya Gevera Colemêrgê jiyana keçika 18 salî ya bi navê Sîbel Dayan, ji rûyê nexweşîna camhestî sero bino bû. Ji ber ku nikare biçe dibistanê, mamoste tên malê û perwerdehî didinê. Dayan, li hêviya piştgiriya rayedaran e. Midûrê Perwerdehiya Netewî ya Geverê Hamza Aniş, got ku tiştekî bikaribin ji bo Dayan bikin, tuneye.

Nexweşîna camhestî ku wek Osteogenesis Imperfecta tê zanîn, jiyana keçika 18 salî ya bi navê Sîbel Dayan, lê kir jehr. Kesên bi vê nexweşînê dikevin, hestiyên wan pir hesas in loma zû dişkên. Dayan, 3 mehan carek, diçe Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê û tedawî dibe. Ji ber ku hestiyên wê zû dişkên, nikare bimeşe. Dayan, loma li ser kursiyê bi teker jiyana xwe didomîne. Dayan, hê nû dest bi lîseyê kiriye, lê ji ber ku nikare bimeşe, nikare biçe dibistanê jî. Dayan, perwerdehiya xwe li malê, bi mamosteyan re dibîne. Ji ber ku bavê wê Bag Kur'î ye, Dayan nikare mehaneya nivîşkanan jî bistîne.

'Dixwaze bibe hemşîre'

Dayan, diyar kir ku li hêviya piştgiriya Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ye lê piştgirî nedîtiye. Dayan wiha got: "Carna mamosteyên dildar ders didan min, lê êdî ew jî nayên. Spartekên min nivîskî tînin malê. Loma ez nikarim perwerdehiyek baş bibînim. Ger ku piştgiriyê bidin min, dixwazim bibim hemşîre. Bedena min nivîşkan be jî, dixwazim xwe bi jiyanê ve girêdim." Gurbet Dayan anî ziman ku tenê dixwaze keça wê baş bibe û xemgîniya xwe bi van gotinan anî ziman: "Keça min her roj dihele li ber çavênmin. Bila xêrxwaz lê xwedî derkevin." Sabrî Dayan ku debara xwe bi wênekêşiyê dike jî diyar kir ku hemû hebûna xwe ji bo dermankirina keça xwe daye û got ku keçek wî nexweşa epîlepsî ye kurek wî jî bi nexweşîna kezebê ketiye. Dayan, alîkarî xwest.

'Dizanim lê tiştek ku bikim tuneye'

Midûrê Perwerdehiya Netewî ya Geverê Hamza Aniş, bi rêya telefonê agahî da me. Aniş, da zanîn ku xebera wî ji rewşa Sîbel Dayan heye, lê tiştekî bikaribin ji bo wê bikin, tuneye.



hakkari-kemik-hastasi2.jpg



Bu haberin geldigi yer: AJANS DOGU
http://www.ajansdogu.com

Bu haber icin adres:
http://www.ajansdogu.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3054