Li Amedê mafyaya lebatan cardin derket holê
Tarih: 13.03.2008 Saat: 16:34
Konu: Kurdî




AMED (AJANSDOĞU) - Zarokê ji hêla mafyaya lebatan ve hate revandin bi awayek mirî hate dîtin. Zarokên hind lebatên wî yên wekî gurcikan hatine derxistin ê bi navê Îsa Ozteme (9) li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Di merasîma cenaze de dayîka Îsa Oztem, Ferîda Oztem bi gotina, "Qumser te çima zarokê min xilas nekir" lorand.

2 kes hatin binçavkirin

Xwendekarê pola 3'yemîn ê Dibistana Seretayî ya Nuriye Çelebî Eser ê bi navê Îsa Oztem 5 roj berî niha ji hêla mafyaya lebetan (organ) ve hate revandin. Cesedê Oztem şevê din di torbeyekê de bi awayek hind lebatên wî hatine derxistin, hate dîtin. Cenazeyê birin Saziya Tipa Edlî ya Amedê îro serê sibê anîn Mizgefta Yenîcamiyê. Cenazeyê Oztem piştî wecîbeyên olî li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Nejdet Atalay, endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) jî beşdarî merasîma cenaze bûn.

Di merasîma cenaze de dayîka Îsa, Ferîde Ozteme di dema veşartian cenaze de bi gotina, "Kumser te çima kurê min xilas nekir" lorand. Bavê Îsa , Abdullah Oozteme jî destnîşan kir ku agahiya ku têkildarî bûyerê 2 kes hatin binçavkirin dayîne wan.



diyarbakir-ozteme1.jpg



Bu haberin geldigi yer: AJANS DOGU
http://www.ajansdogu.com

Bu haber icin adres:
http://www.ajansdogu.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3053