
ŞIRNEX (AJANSDOĞU) - Operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dijî PKK'ê li çiyayên Cûdî, Besta, Gebar, Çirav û Herekolê daye destpêkirin, didome.
Piştî operasyona dersînor a Tirkiyeyê li hemberî Herêma Kurdistana Federal dabû destpêkirin û 8 roj şûnda bidawî bû, niha jî li Şirnex û Sêrtê operasyon têne meşandin. Li çiyayên Besta, Çirav, Kato, Cûdî û Gebarê li dijî PKK'ê bi beşdariya bi sedan leşkeran operasyon tê meşandin. Cerdevan jî beşdarî operasyonên ku nêzî heftiyek e têne meşandin dibin. Ji hewayê ve jî piştgiriya bo operasyonê pêk tê. Li herêma ku operasyon lê tê meşandin, hin caran çend noqte têne bombebarankirin. Hate ragihandin ku li hin deveran pevçûn jî qewimîne. Hate hînbûn ku operasyon bi taybetî jî li herêma Besta tê meşandin û sewqiyatek mezin a leşkerî ber bi herêmê ve tê kirin.
Operasyon li Sêrtê jî tê meşandin
Der barê pevçûnan û wendayiyan de agahiyên zelal nehatin girtin. Hate diyarkirin ku wê operasyon bidome. Hate ragihandin ku di operasyonê de wesayîta hewayî ya bi navê Heron ku bê mirov dixebite jî têne bikaranîn. Hate hînbûn ku operasyon ber bi Çiyayên Herekolê ku di nav sînorên Sêrtê de ye ve jî belav bûye.
hakkari-askeri-sebikay-suruyor.jpg