Li Ersoz 5 meh cezayê girtinê hate birîn
Tarih: 13.03.2008 Saat: 13:21
Konu: Kurdî




ÇEWLIK-AGIRİ (AJANSDOĞU) - Li Serokê berê yê Rêxistina DTP'ê ya Çewlikê Omer Faruk Ersoz, li gorî xala 301'yemîn a TCK'ê 5 meh cezayê girtinê hate birîn.

Doza ku derheqê Serokê berê yê Rêxistina DTP'ê ya Çewlikê Omer Faruk Ersoz de li gorî xala 301'emîn a TCK'ê hatibû vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Asliye Ceza ya Çewlikê pêk hat. Di danişînê de Ersoz û parêzerên xwe amade bûn. Meqama îdîayê ku mutaalaya li ser esasê pêşkeşî dadgehê kir, îdîa kir ku Ersoz di 11'ê hezîrana 2007'an de bi axaftina xwe ya wekî; "Ji ber ku ciwan jiyana xwe ji dest didin, çavkaniyên welat tên tunekirin. Di nava 25 salên borî de ev yek diyar bû. Polîtîkaya înkar û tunekirinê ku şer ferz dike, ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re nabe çareserî. Berovajî vê yekê pirsgirêkan hîn zêdetir kûr dike" hikûmeta TC'ê û teşkîlata wê ya leşkerî biçûk xistiye. Meqama îdîayê bi van hincetan xwest ku Ersoz li gorî xala 301'yemîn a TCK'ê heta 2 salan bi cezayê girtinê bê cezakirin.

Ersoz ku têkildarî îdîayan parastina xwe kir wiha got: "Daxuyaniya ku min dabû, daxuyaniyek di çarçoveya azadiya fikr û rêziknameya partiyê de bû. Armanca min ne biçûkxistin an jî nîşandan (tezyîf) bû. Di demek ku guhertina xala 301'yemîn a TCK'ê di rojevê de ye, ji ber ku ez bi vê yekê têm darizandin, gelek xemgîn im. Min tu sûc nekiriye. Dixwazim ku biryara beraetê derheqê min de bê dayîn."

Heyeta dadgehê, diyar kir ku Ersoz di daxuyaniya ku daye de xebatên li dijî PKK'ê tên meşandin wekî 'polîtîkaya înkar û tunekirinê' nirxandiye û bi vê yekê hikûmeta TC'ê û teşkîlata leşkerî biçûk xistiye. Dadgehê ji ber van hinceta li gorî xala 301/2 ya TCK'ê 5 meh cezayê girtinê li Ersoz birî.

AGIRΠ - Serokê Rêxistina DTP'ê ya Agiriyê Murat Ozturk, di encama serdagirtina mala xwe de hate binçavkirin.

Li gorî agahiyan ekîbên girêdayî Midûriyeta Ewlehiya Agiriyê, serê sibê bi ser mala Serokê Rêxistina DTP'ê ya Agiriyê Murat Ozturk de girtin. Ozturk, di serdagirtinê de hate binçavkirin û ew birin Şaxa Têkoşîna bi Terorê rê. Hate hînbûn ku Ozturk ji ber daxuyaniya çapemeniyê ya di 1'ê adarê de li dijî tevgera bejayî hate dayîn hatiye binçavkirin.



kelepce.jpg



Bu haberin geldigi yer: AJANS DOGU
http://www.ajansdogu.com

Bu haber icin adres:
http://www.ajansdogu.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3046