Warning: ob_start() [ref.outcontrol]: output handler 'ob_gzhandler' cannot be used twice in /home/ajansd/public_html/mainfile.php on line 99
AJANS DOGU - piştî nimêja înê nerazîbûna operasyoné


piştî nimêja înê nerazîbûna operasyoné
Tarih: 29.02.2008 Saat: 14:36
Konu: Kurdî




AMED (AJANSDOĞU) - Li Amedê operasyona TSK'ê piştî nimêja înê bi daxuyaniyek hate protestokirin.

Li Amedê, nerazîbûnên li hemberî operasyona TSK'ê, her diçe zêdetir dibin. Oldarên amedî, piştî nimêja înê gihîştin hev û li ber Mizgefta Mezin ji protestokirina operasyonan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Komeleya Alîkariya Oldaran a Amedê (DÎAY-DER), Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Diyanet-Weqifê (DÎVES), endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û beşdarên nimêja înê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê DÎAY-DER'ê Zahît Çîftkuran ku daxuyanî xwend, çend ayatên li ser aştiyê ku di Qur'anê de ne, xwend. Çîftkuran, her wiha anî ziman ku par ji bo tezkereya şer destûr hatiye dayîn û operasyonên dersînor çileya borî hatiye destpêkirin. Çîftkuran, wiha dom kir: "Ev şer, bi tevgera bejayî ya di 20'ê sibatê de bi piştgiriya hewayî destpê kir. Hatiye asteke wisa ku tu kesek xwedî hêstên mirovane, nikare li hemberî vê yekê bêhîstyarî bike." Çîftkuran, bibîr xistu ku hemû misliman xwedî wezîfeyek in û vê wezîfeyê wiha vegot: "Divê hemû misliman li dijî domkirina vî şerî xwe berpirsyar bibînin. Çi ji destê kê tê, divê bike. Em ferasetên ku hewl didin daxwazên aştiyê terorîze bikin û bi metodên pêkutiyê biçewsînin, şermezar dikin. Ji ber ku ev feraset, xizmetê nadin aştiyê."

Binçavkirina melle Eryilmaz hate şermezarkirin

Çîftkuran, bibîr xist ku endamê wan Muhîttîn Eryilmaz li gorî hesasiyeta olî tevgeriyaye, nerazîbûna xwe ya li hemberî şer bi qurana ku avêtiye stuyê xwe nîşan daye, loma di serdagirtina mala xwe de hatiye binçavkirin. Çîftkuran, binçavkirina Eryilmaz şermezar kir û xwest ku tavilê were bêrdan. Çîftkuran, diyar kir ku ferasetên her carê dilsoziya xwe ya bi îslamê re tînin ziman lê berovajî vêya tevdigerin, di şûna danîna diyalogê de hemû derfetên dewletê ji hêzên biyanî re pêşkêş dikin û tune dikin jî şermezar dikin. Çîftkuran, wiha got: "Em dibêjin tu eleqeya vana bi îslamê tuneye. Em van ferasetên ku sûcê mirovahiyê dikin, şermezar dikin û em dibêjin nalet li wan bê."(DİHA)



din-adamlari-aciklama.jpg



Bu haberin geldigi yer: AJANS DOGU
http://www.ajansdogu.com

Bu haber icin adres:
http://www.ajansdogu.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2696