
ENQERE (AJANSDOĞU) - Heyeta Amedê ku li Enqereyê hevdîtinên xwe didomîne, Navenda Giştî ya DTP'ê ziyaret kir. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, di hevdîtinê de diyar kir ku înîsiyatîfek berfireh ku hemû saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî di nav de ye, dê pirsgirêka kurd çareser bike.
Heyeta Amedê, xebatên xwe yên li îro bi ziyareta DTP'ê destpê kir. Heyet li Navenda Giştî ya DTP'ê bi Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, Endamê MYK'yê Mustafa Sarikaya û parlamenterên DTP'î re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina ji saetekê zêdetir dom kir, Serokê Odeya Bazirganî Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, pirsên rojnamevanan bersivandin. Kaya, diyar kir ku wan rapora der barê pirsgirêka kurd de amade kiriye, pêşkêşî DTP'ê kiriye û di vê mijarê de danustandin kirine. Kaya, destnîşan kir ku DTP dikare tevkariyên girîng bide aştiya dê li Tirkiyeyê pêk bê, divê di vê mijarê de hewldanek baş nîşan bidin û wiha dom kir: "Me got ku têkildarî bûyerên piştî Newrozê li herêmê hatin jiyandin, qasî rayedarên dewletê yên li herêmê, divê DTP'î jî bi aqlêselîm tevbigerin. Ji bo ku pêvajoya şîdetê dom neke, me hinek pêşniyar pêşkêş kirin. Em di zanin ku ew di vî warî de hewldanek zêd nîşan didin. Wan jî got ku dê hîn zêdetir xebat bikin. Me pêşniyar kir ku bi saziyên civakî yên li herêmê û parasvanên mafên mirovan re tevbigerin."
Kaya, li ser pirsek têkildarî nîqaşa di navbera Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu û Serokwezîr Erdogan de, got piştî hevdîtinên wan bidawî bûn, ewê bi civînek çapemeniyê agahiyê bidin.
'Tu kes nikare DTP'ê parçe bike'
Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna jî, li ser pirsek têkildarî rapora hatiye pêşkêşkirin, got ku wan rapor girtiye, lê lêkolîn nekiriye. Ayna wiha got: "Danustandina ramanê ya devkî çêbû. Di her pêngavek ku dê saziyên civaka sivîl bavêjin de, emê li cem wan bin. Xebat û hewldanên me yê di vî warî de jî hene. Em dibêjin ku înîsiyatîfek berfireh ku hemû saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî di nav de ne, dê pirsgirêka kurd çareser bike." Li ser pirsên têkildarî nûçeyên wekî, "Di nava DTP'ê de parçebûn heye" Ayna keniya û wiha got: "Tu kes nikare DTP'ê parçe bike. Tişte wisa nîn e."
Heyet, dê bi Waliyê Berê yê Amedê û Şêwirmendê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û piştre jî bi Serokomar Abdullah Gul re li Qesra Çankayayê hevdîtinê bikin.
http://www.ajansdogu.com