
AMED (DAJANSDOĞU) - Li Taxa 5 Nîsan a Baglarê jina bi navê Ebru Guzel ku astengdara aqil e, hate binçavkirin.
Li Taxa 5 Nîsanê ya Bajaroka Baglara Amedê jinek bi navê Ebru Guzel (22) iro serê sibê ji hêla polîsan ve di encama serdagirtina malê de hate binçavkirin. Bavê Guzel ê bi navê Abdurrahman Guzel diyar kir ku polîsan bêyî sedem keça wî binçav kirine û wiha got: "Min ji wan re got ku keça min asteng dar e. Ji ber wê ez bi wan re çûm, lê piştre ez vegerandim û keça min di binçav de hiştin."
http://www.ajansdogu.com