
ÊLIH (AJANSDOĞU) - Rêxistina DTP'ê ya Kercewsê, bûyerên ku di dema pîrozbahiya Newrozê de qewimîne şermezar kir û xwest ku berpirsyar bên cezakirin.
Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Kercewsê, li avahiya partiyê bi daxuyaniyeke bûyerên ku di dema pîrozbahiya Newrozê de li Wan, Gever, Colemêrg û Sêrtê derketine şermezar kir û xwest ku berpirsyar bên cezakirin. Şaredarê Kercewsê Esat Oner û rêveberên DTP'a Kercewsê beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê DTP'a Kercewsê Şukru Aslan diyar kir ku bûyerên ku li Wan, Gever, Colemêrg û Sêrtê derketine şermezar dikin û wiha got: "Em vê êrîşa ku kesên tehamulî azadiyê û demokrasiyê nakin kirine, şermezar dikin û em dixwazin ku berpirsyarên van buyeran bêne cezakirin. Her wiha ji kar bêne avêtin." Aslan derbirî ku li cihê ku Newroz bi destûr hatiye pîrozkirin tu bûyer neqewimiye û wiha pê de çû: "Bi zihniyeta qedexeyê tu kes nagihîje meqseda xwe. Tu kes nikare agirê Newrozê vemirîne." Piştî daxuyaniyê slogana "Em ji pêkutiyan bêzar nabin" hat avêtin.
(DİHA)
http://www.ajansdogu.com