
RIHA (AJANSDOĞU) - Li Rihayê piştî Newroza di rengê keskesorê de bêhempa derbas bûyî, operasyona binçavkirinê hate destpêkirin. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin heta niha hejmara kesên li daketina Sîteya Sanayiya Evrenê û li qade hatin binçavkirin, derket 123 kesan. Kesên di bin çavan de bi midûriyetên ewlehiyê tên girtin.