
AMED (AJANSDOĞU) - Li bajarê kevnare Heskîfê ku dê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne, bi armanca şermezar kirina vê hewildanê dê sibê şitlên daran bêne çandin.
Aktîvîstên Hewildana Parastina Heskîfê ji bo nîşan bidin ku bi Bendava Ilisûyê bajarek dîrokî di bin avê de dimîne, dê li Heskîfê şitlan biçînin. Di dawelat ji bo çandina daran hate kirin de, bang li herkesî hate kirin ku beşdarî çandina şitlan bibin. Aktîvîstan daxuyand ku ji bo nîşan bidin ku dê li Heskîfê jiyana dom bike, van daran diçînin. Sibê seat di 12.30'an de dê li bajarê kevnare dar bên çandin.
(DİHA)
http://www.ajansdogu.com