
AMED (AJANSDOĞU) - Koma Xebatê ya Ciwanan a Şaredariya Yenîşehîrê bi boneya bîranîna Mahsun Mizrak ku di bûyerên 28'ê Adara 2006'an derketîn de jiyana xwe ji dest dabû, pirtûkxane vekir.
Koma Xebatê ya Ciwanan a Şaredariya Yenîşehîrê ji bo bîranîna Masun Mizrak ku di Bûyerên 28'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, li Taxa Dicleyê, Pirtûkxaneya Mahsun Mizrak vekir. Şaredarê Yenîşehîre Firat Anli, dayîk û bawê Masun Mızrak û gelek ciwan beşdar bûn. Endamê Koma Xebatê ya Ciwanan a Şaredariya Yenîşehîrê Hanîfî Sonmez di merasîma vekirinê de axivî û balkişand ser girîngiya vekirina pirtûkxaneyê. Sonmez derbirî ku wan vekirina 3 pirtûkxaneyan li taxên Benûsen, Îplîk û Dîcleyê wekî hedef daniye pêşiya xwe û wiha axivî:
'Em dixwazin çanda kurdî biparêzin'
"Em dixwazin çand û hunera kurdî û nirxên kurdan biparêzin. Ji bo vê yekê me vekirina 3 pirtûkxaneyan wekî armanca danî pêşiya xwe. Me pirtûkxaneya yekemîn li vir bi navê Pirûkxaneya Mahsun Mizrak vekir. Bi vekirina vê pirtûkê biçek me jî em dê hem çanda xwe biparêzin û hem jî navê Mahsun Mizrak ku nirxek gelê kurd e biparêzin. Xebatên me yên wiha dê bidomin. Di encama xebatên me yên heta niha de 3 hezar pirtûk berhev bûn. Di nav van pirtûkan de ji tenduristiyê bigire heta roman, çîrok û pirtûkên amadekariya OSS, KPDS'ê hene. Ciwanên me dikarin li vir hem xwe pêşve bibin û hem jî amadekariya sinavan bikin."
Şaredar Anli jî balkişand ser girîngiya perwerdehiyê û da zanîn ku dibe biçûk be lê vekirina van pirûkxaneyan gelek girîng e. Anli anî ziman ku ew bi vê xebata ciwanan pir keyfxweş bûye û derbirî ku lazim e xebatên wiha dom bikin. Anli destnîşan kir ku vekirina pirtûkxaneyê ya bi navê Mahsun Mizrak jî pir watedar e û hêvî kir ku ev pirtûkxane ji zarok û ciwanan re bibe alîkar. Piştî Anli, dayîka Mahsun Mizrak Besra Mizrak jî keyfxweşiya xwe ya ji ber vekirina pirtûkxaneyê anî ziman û destnîşan kir ku ew êdî naxwazin kes bimire. Mizrak destnîşan kir ku êdî bila hêstirên çavên dayîkan nebarin û xwest ku şer bi dawî bibe.
Pişî axaftinan pirtûkxane ji hêla malbata Mizrak û Şaredar Anli ve hate vekirin.
(DİHA)
http://www.ajansdogu.com