Üyelik 


Yerel Haberler 

Lütfen Bir İl Seçin

 

 

Ana Menü 



Üye Girişi 

Hoşgeldin, Ziyaretçi
Üye Adı..:
Parola...:
(Kayıt Ol)

Piyasa Bilgileri 

Haber Arama 

Site İçi Haber Arama

Kurdan Helepçe ji bîr nekir
Tarih: 16.03.2008 Saat: 12:09 Gönderen: editor



NAVENDA NÛÇEYAN (AJANSDOĞU) - Di 20'emîn salvegera Tevkujiya Helepçeyê de kurdan li gelek bajaran bi armanca şermezarkirinê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de rewşa gelê kurd di nav de, zehmetiyên dikişînin û tevkujiya hêj di warê çand û fîzîkî de rastî tên hate bi bîr xistin û banga pêşvekirina yekîtiyê li gelê kurd hate kirin. Di daxuyaniya tevkujî bi tundî hate şermezar kirin de, banga xwedîlêderketina nirxên kurdan hate kirin.

AMED

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi boneya şermezarkirina Tevkujiya Helepçeyê ku di 16'ê Adara 1988'an pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand. di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku di encama avêtina gazên kîmyewî de 5 hezar kurdan jiyana xwe ji dest daye û bi deh hezaran kurd jî seqet mane û koçber bûne. Bûyer wekî deqek reş a li rûpela dîrokê hate bi nav kirin û wiha hate gotin: "Îro Sedam tune ye lê di serî li li Rojhilata Navîn û li hind deverên cîhanê komkujî didomin. Înkara li hemberî cudahiyan didome, derfeta jiyanek di nav aştiyê de ya hevpar nayê dayîn. Em dixwazin êdî komkujiyên li ser rûyê cîhanê rawestin û aştî saz bibe."

Sîlvan

Li Navçeya Farqîna Amedê jî Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê bi armanca şermezarkirina Tevkujiya Helepçeyê çalakiyek li dar xist. Hemwelatiyên li avahiya DTP'ê hatine cem hev kincên rex li xwe kirin û tevkujî şermezar kirin. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê M. Eşref Yatar axaftinek kir û balkişand ser zordariya li ser gelê kurd. Yatar bi bîr xist ku komkuajiyên li hemberî îro jî didominû di 20'emîn salvegera Tevkujiya Helepçeyê de banga bilindkirina têkoşîn û yekîtiyê li kurdan kir.

ŞIRNEX

Bi hezaran kesên li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Silopiyê hatin cem hev Tevkujiya Helepçeyê şermezar kir.

Di bîranîna kesên di tevkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn rêz hate girtin. Li ser navêgirseyê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê Suleyman Şavluk û Şaredarê Silopiyê Muhsun Kunur jî di nav de Endamê Meclisa Şaredariyê Mutalîp Kasman axaftinek kir. Di bîranîna sloganên, "Bijî Serok Apo", "Şehît namirin", "Kujer Erdogan", "PKK gel e gel li vir e", "Şehîdên Helepçeyê nemirin" hatin avêtin de, zordariya rejîma Baasê ya li ser gelê kurd bi tundî hate lanete kirin. Piştî çalakiyê pêşengeya wêneyan a bi armanca bîranîna şehîdên Helepçeyê li avahiya DTP'ê hate vekirin, hate ziyaretkirin. Her wiha şanoyek jiyana kesên li Helepçeyê mirîn vedibêje hate pêşkêşkirin.

MÛŞ

Di bernameya li avahiya Rêxistina DTP'ê ya Melezgîrtê hate pêkanîn de, gelek kes amade bûn. Di bernameya ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Serokê Rêxistina Navçeyê Nedîm Alkan, destnîşan kir ku bi salane gelê kurd rastê tevkujiyên wekî Helepçeyê tê. Alkan, diyar kir ku ji bo pêşîgirtina tevkujiyên wekî Helepçeyê divê êdî gelê kurd bibe yek û kesên di Tevkujiya Helepçeyê de cih girtine şermezar kir. Bername bi duayên ji bo kesên di Tevkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dane hatin kirin, bi dawî bû.

WAN

Di daxuyaniya ku li ser navê Şaxa ÎHD'ê ya Wan li Kolana Hunerê hate dayîn de, wêneyê Tevkujiya Helepçeyê û dovîzên "Bila Helepçe neyê ji bîr kirin", "Ji şer re na", "Ji tevkujiyan re na" hatin rakirin. Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Tahîrhan Acar, da zanîn ku saziyên navneteweyî li dijî Tevkujiya Helepçeyê nerazîbûnek pêwîst nîşan nedane û wiha got: "Îro Saddam tuneye. Lê di serî de li Rojhilata Navîn li gelek deverên cîhanê şer û tevkujî hêj didomin. Beşek mezin a cavkaniyên cîhanê ji bo çekan û şeran tê veqetandin."

MÊRSÎN

Rêxistina DTP'ê ya Bajarê Mersînê, li gel Komeleya Hemwelitayê Azad, ji bo Tevkujiya Helepçeyê şermezar bikin li nûnertiyên DTP'ê yên Taxa Demirtaş, Şevketsumer, Yenîşehîr û Çîlekê panel pêk anîn. Di panelan de bi sedan endamên Hemwelatiyên Azad û DTP'ê amade bûn. Di panelan de armanca Tevkujiya Helepçeyê û encamê tevkujiyê hate niqaşkirin. Di axaftinan de hate diyar kirin ku di şexsê kurdên Helepçeyê de tevkujî li ser hemû gurdên cîhane pêk hatiye. Axaftvanan destnîşan kir ku her çiqas li Helepçeyê 5 hezar kurd hatibe kuştin jî dîsa berdemawa Tevkujiya Helepçeyê li ser kurdan didome. Axaftvanan diyar kirin ku ewê tu çar Helepçeyê ji bîr nekin û ji bo tevkujiya li ser kurdan û mirovatiyê neyên jiyandin ewê têkoşînaxwe ya azadî û demokrasiyê berdewam bikin.

Heyeta Îlatya: Em dixwazin qêrîna kurdan bibin Ewropayê

Di panela Nûnertiya DTP'ê ya Şevket Sumerê de Endamê Komîteya Piştgriiya Gelê Kurd a Îtalya Antorello Pabis û Marta Saba jî amade bûn. Di panela Nûnertiya Şevket Sumerê de Endamê Komîteya Piştevaniya Kurdan a Partiya Komînîst Antorello Pabis, diyar kir ku têkoşîna kurdan têkoşînek mafdar û bi rûmet e. Pabis, anî ziman ku gelê kurd ji bo nasnameya xwe, ziman û çanda xwe her wiha ji bo demokrasî û mafê mirovan têkoşînê dide û ji ber wê yekê ew jî piştgiriyê didin kurdan. Pabis, bi bîr xist ku ewê Newrozê jî li Mêrsîn û gelek bajarên kurdan bişopîne û qêrîna kurdan bibin Ewropayê.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Mêrsîn, ji bo şermezarkirina 20'emin salvegera Komkujiya Halepçeyê li gel rexistinên DTP, SDP, EMEP, Ozgur Yurt-Der, NÇM-Der û gelek saziyên din daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê hemû rêxistinan Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Celal Sonuvar daxuyanî xwend. Sonûvar anî ziman ku di cihanê de tenê li welatên Rojhilata Navîn komkujî û kuştin heye û ev yek bi deste Welatên Empersalist tê kirin. Sonuvar, da zanîn ku welatên danezana Mafên Mirovan îmze kirine jî danezanê îhlal dikin û piştgiriyê didin komkujiyê. Sonuvar, bang li hemû kesên aştîxwaz, demokrat, ronakbir û sosyalist kir û xwest ji bo rê li pêşiya komkujiyan bigrin piştgiriya têkoşîna mafên mirovan bidin wan. Nûnertiya ÎHD'ê ya Tarsûs jî ligel Rêxistina DTP'ê ya Tarsûsê li peşiya İHD'ê daxuyanî da çapemeniyê û komkujiya Helepçeyê şermezar kir.

ÊLIH

Bîranîn ji hêla Rêxistina DTP'e ya Semsûrê ve li Kolana Gulistanê pêk hatî de Parlementerê DTP'ê yê Semsûrê Bengî Yildiz, Şaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan, Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'ê M. Şîrîn Tekîk û bi sedan kes amade bûn. Li vir Rêveberê DTP'ê yê Bajar Îlyas Saglam daxuyaniyek da û Tevkujiya Helepçeyê şermezar kir. Saglam 16'ê Adarê ji bo kurdan wekî rojek reş nirxand û wiha got: "Li aliyê din Komkujiya Qamişloyê jî ji hêla Dewleta Suriyeyê ve hatiye kirin. Hêzên nijadperst û dargirker her tim li hemberî kurdan komkujî pêk anîne û ketine nav hewildana tevkujiyê. Li hemberî vê yekê em dê şehîdên Hehepçeyê, Qamişloyê û komkujiyên din ji bîr nekin." Saglam banga bilindkirina têkoşîn û xurtkirina yekîtiyê li gelê kurd kir.

ÇEWLIK

Endamên Rêxistina DTP'ê ya Çewlikê ku li ber Balendeya Seatê ya Çarriyanê hatin cem hev daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê koma qelebalix Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajar Yavuz Kitay daxuyanî xwend. Kitay balkişand Tevkujiya Helepçeyê û derbirî ku her tim coşa Cenjna Newrozê ji ber vê tevkujiyê li ber wan tahl bûye.

Kitay derbirî ku ew ligel Tevkujiya Helepçeyê tu komkujiyên li hemberî kurdan efû û ji bîr nakin. Kitay daxuyand ku ji bo Helepçeyên din pêk neyên lazim e gelê kurd yekîtiya xwe xurt bike û vê yekê di Cejna Newrozê de ji herkesî re nîşan bide. Kitay diyar kir ku bi şîrara 'Êdî Bes e' lazim e gelê kurd beşdarî Newrozê bibe. Piştî daxuyaniyê kom bi berzkirina sloganên, "Bijî biratiya gelan", "Şehîd namirin" belav bûn.

RIHA

Bi tevlêbûna endam û nûnerên DTP, KESK, ÎHD û DÎSK li ber Kargeha Karakoyunlu daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Seroka Şaxa ÎHD'ê Gulay Koca ku li ser navê komê daxuyanî da, bal kişand ser butçeya ku dewlet ji bo çekan vediqetîne û da zanîn ku pêwîste li hemberî vê yekê daxwaza aştiyê were bilindkirin. Koca, wiha axaivî: "Tevkujiya Helepçe ne ya yekem ne jî ya dawiye. Herî zêde li ser vê cografyayê kurd asîmîlasyon, ji warê xwe bûn, tunekirin û înkarê dijîn. Van pêkanînên ku di encapa dewleteke yekçî de derdikevin holê, cudahiyên di nava civakê de tune dike." Koma ku bê navber sloganên wekî "Wê kujer hesab bidin gel", "Bijî biratîya gelan", "Bijî aştî" avêtin, hata ber avahiya Rêxistina DTP'ê meşiya.

MÊRDÎN

Endamên Platforama Demokrasiyê ya Mêrdînê, li Qada Cumhuriyetê ya Mêrdînê daxuyanî da û tevkujî şermezar kir. Di daxuyaniya ku DTP'ê û saziyên sivîl ên demokratîk jî piştgîrî dan de nêzî 500 kesan amade bûn. Memduh Ozturk ku li ser navê platformê daxuyanî da, tevkujiya Helepçeyê şermezar kir û da zanîn ku li hemberî Saddam Huseyîn ku tevkujiya Helepçeyê pêk aniye, di raya giştî ya navneteweyî de nerazîbûnek mezin nehatiye nîşandan. Oztur, destnîşan kir ku Saddam Huseyin bi awayekî veşartî dihate parastin. Koma ku dovîzên "Em tevkujiya Helepçeyê şermezar dikin", "Em dê Helepçe ji bîr nekin", "Em tevkujiya Helepçe, Gazî, Qamîşlo şermezar dikin" rakirin, sloganên "Bijî aştî", "Bijî biratiya gelan" avêtin. Li qada ku daxuyanî hate dayîn tedbîrên berfireh hên ewlekariyê bal kişandin.

SÊRT

Li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê bi tevlêbûna rêxistinên sivîl ên civakî daxuyaniyek girseyî hate dayîn. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin, wiha axivî: "Ji bo ku Helepçeyên din neyên jiyandin, ji bo şer û dagirkerî bi dawî bibin, ji bo ku li ser gelan û nasnameyan pêkûtî neyê pêkanîn; ji bo aştiyê, ji bo wekheviyê biratiyê em têkoşînê didin û em dê bidin. Em dixwazin ku berpirsiyarên tevkujiya Helepçeyê, yên tevkujiyên din, û cînayetên kirayên wan ne diyar ên li welatê me bên dîtin da ku edalet cihê xwe bibîne." piştî daxuyaniyê gerseya qelebalix belav bû.

WAN

Li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Wanê bi pêkanîna panelekê tevkujî hate şermezar kirin. Rêvebrê Lijneya Navendî ya Kurdî DER'ê Hamît Duman, Nivîskar Îhsan Colemêrgî û şaîr Muştehîr Karakaya wekî peyvker beşdarî panelê bûn. Di panela li ser Helepçeyê û komkujiyên li hemerî kurdan agahî hatin dayîn de Parlementerê DTP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredara Sixkeya Wanê Gulcîhan Şîmşek, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajarê Wanê Abdurrahman Dogar, nûnerên Goç-Der, Tuyad-Der, SKSM û Kurdî-Derê û gelek kes amade bûn. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'e Lezgîn Botan axaftina vekirinê ya panelê kir û tevkujiya Helepçeyê şermezar kir. Botan daxuyand ku ji bo komkujiyên din ên wiha neyên jiyîn lazim e kurd xwedî têkoşîna demokratîk derkevin. Hamît Duman jî tevkujiya şermezar kir û ji bo astengkirina komkujiyên wiha banga têkoşînê û yekîtiyê li kurdan kir. Îhsan Çolemêrgî û derbarê têkiliya di navbera kurd û ereban de agahî dan û hişyariya, 'ku kurd nebin yeke dê komkujiyên wiha dom bikini' li kurdan kir. Muştehîr Kaya jî têkildarî Helepçeyê helbest xewndin.

KOP

Têkildarî Tevkujiya Helepçeyê li Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê nîşandana sînevîzyona derbarê Helepçeyê de pêk hat.

Şaredarê Kopê Mehmet Nasir Aras û Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê Osman Sonmez têkildarî mijarê axaftin kirin û anîn ziman ku kurd niha jî bi riyên din tên jehr kirin û xwestin ku kurd li hemberî vêy kê yekîtiya xwe xurt bikin. Çalakî bi xwendina helbestan bi dawî bû.

ŞEMZÎNAN

Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Şemzînanê jî bi armanca şermezarkirina Tevkujiya Helepçeyê çalakiyek li dar xist. Şaredarê Şemzînanê Hurşît Tekîn, Serokê Rêxistina Navçeyê Muzaffer Akbaş, endamên Meclisa Şaredariyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Tekîn û Akbaş di axaftinên kirîn de tevkujî şermezar kirin û diyarkirin ku Helepçe nayê ji bîr kirin. Çalakî bi xwendina helbestên têkildarî Helepçeyê bi dawî bû.

BEDLÎS

Li avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bedlisê jî bi munasebeta salvegera tevkujiya Helepçeyê mewlûd hate dayîn. Tevî nûnerên hind sendîkayan, karkerên Tekelê xwendekarên Zanîngeha Eren a Bedlîsê û nê 150 kesan beşdarî mewlûdê bûn. Di dema mewlûdê de sînevîzyona ku tevkujiya Helepçeyê vedibêje û pêşengeha fêneyan hate nîşandan. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, diyar kir ku li hemberî tevkujiyên li ser cografyaya kurd tên jiyandin dewletên cîhanê bêdeng dimînin. Piştî axaftina Zenderlîoglu, ji bo 5 hezar kurdên ku di tevkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dane mewlûd hate dayîn.

TETVAN

Li Navçeya Tetvan a Bedlîsê jî, ji aliyê Serokê Rêxistina Navçeyê Îlhamî Ozer ve li ber postexaneya navçeyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya ku nêzî 100 kesan amade bûn de dovîzên, "Bimire tevkujiya Helepçe", "Bila çekên kîmyevî neyên bikaranîn" hatin rakirin û slogan hatin avêtin. Di dema daxuyaniyê de wêneyên tevkujiya Helepçeyê hatin rakirin.

STENBOL

Li Stenbolê parazvanên mafên Mirovan ên li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev Tevkjiya Helepçeyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê dowîzên, "Cîhan ji gelê kurd re deyndar e" hatin hildan de li ser navê komê Eren Keskîn axaftinek kir. Keskîn 16'ê adarê ji bo dîroka mirovahiyê wekî rojek reş nirxand û derbirî ku ew Tevkujiya Helepçeyê ji bîr nakin. Her wiha li vir metya bi ser navê, 'Cîhan ji gelê kurd re deyndar e' ji hêla 150 kesan ve hate îmzekirin. Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD'a Stenbolê Veysî Altay heman metîn bi kurdî jî xwend. Ahmet Onal jî di axaftina kirî de derbirî ku komkujî tenê bi Helepçeyê nemaye û bi Zîlan û Dêrsimê jî kurd hatin qetilkirin.

ENQERE

Endamên rêxistinên sivîl ên civakî ku bi banga ÎHD’ê li ser Cadeya Yuksel hatin cem hev, Parlamenterê DTP'ê yê Dêrsimê Şerafettîn Halîs jî piştgirî da. Di çalakiya ku pankarta “Me tevkujiya Helepçe jibîr nekir" hate vekirin de, wêneyên kesên di tevkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fîlîz Kalayci, diyar kir ku hêj şer û tevkujî didomîn û wiha got: "Çi heyfe ku bangên ji bo aştiyê tesîreke mezin nake. Hêviyên me yên ji bo civakek di nav aştiyê de bijî didomin."(DİHA)


İlgili Bağlantılar 

· Daha fazla Kurdî
· Haber gönderen editor


En çok okunan haber: Kurdî:
piştî nimêja înê nerazîbûna operasyoné

Haber Puanlama 

Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:

Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

Seçenekler 


 Yazdırılabilir Sayfa Yazdırılabilir Sayfa

İlgili Konular

Kurdî

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu tutulamayız.

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun

Son ilanlar 

Bilgi Yarışması 

Anket 

Sizce D.Bakırda En İyi Hizmeti Sunan Sağlık Kuruluşumuz Hangisidir?

D.BAKIR AĞIZ VE DİŞ SAĞLIĞI
D.BAKIR DEVLET HAST
D.BAKIR DOĞUM HAST
DİCLE ÜNİVERSİTESİ
GÖĞÜS HASTALIKLARI HAST.
Ö.AKADEMİ KBB
Ö.AMİD KARDİYOLOJİ
Ö.BATIGÖZ VE CER. DAL MER.
Ö.BİLİM TIP MERKEZİ
Ö.ÇAMLICA KADIN VE DOĞUM HAST
Ö.D.BAKIR ÇOCUK HAST
Ö.D.BAKIR GÖĞÜS CER. DAL MER.
Ö.D.BAKIR HAST
Ö.D.BAKIR LAZER GÖZ MER
Ö.DERMAN TIP MER
Ö.DERMAPOL CİLT HAST
Ö.DİCLE ÇOCUK HAST
Ö.DİCLE DAHİLİYE MER.
Ö.DİCLE EMPATİ PSK. MER
Ö.DİYAR DÜNYA DOĞUM HAST
Ö.DİYAR-SAĞ T.T.T MRK.
Ö.DÜNYA TIP MER
Ö.FARABİ TIP MER.
Ö.FİZYOCENTER FİZİK TED.
Ö.FİZYON FİZİK TED.
Ö.FİZYOPOLİTAN FİZİK MER
Ö.G.DOĞU MEMORİAL KADIN HAST
Ö.G.DOĞU TIP MERKEZİ
Ö.GELİŞİM TIP MER.
Ö.GENESİS HAST
Ö.GÜNSAĞ TIP MER.
Ö.HAYRUNİSSA TIP MER.
Ö.JİNEPOL KADIN DOĞUM MER.
Ö.MEDİ ŞİFA TIP MER.
Ö.NİSA KADIN VE DOĞUM HAS
Ö.NÖRON TIP MER.
Ö.SULTAN HAST
Ö.ŞİRİNLER ÇOCUK H
Ö.TÜM-SAĞ BİLİM TIP ME
Ö.UZMANLAR İNTANİYE DAL MER.
Ö.VENİ VİDİ HAST
Ö.YENİ YAŞAM TIP MER.



Sonuçlar
Anketler

Toplam Oy: 462
Yorum: 0

Google Gurup 

Email Adresiniz:

                        

Arsivlere Gozat  groups.google.com

Not: Ajans Doğu Google Gruba Katıldığınız takdirde en sık güncellenen haberler ve duyurular mail adresinize gelecektir.

Günün En Çok Okunan Haberleri 

Erzurum da F?kra Gibi Kav?ak Uygulamas?
Demirta? a K??lada Ayr?cal?k Yok
Ajan Oldugu ?ddia Edilen 4 Ki?i Yakaland?
Karay?lan: ABD, Kürtlerle ?kili Oynuyor
Cezaevlerine Aç?k Görü? Yapt?r?lacak

Web Linkleri 

· 1: Her Yer Sanat Organizasyonu
· 2: Beybun
· 3: Farqin Azad
· 4: Bingöl Ab-? Hayat Gazetesi

 

 

CopyRight © 2007 Tüm hakları saklıdır. Sitedeki İçerikler Kaynak Gösterilse Dahi Başka Bir Yerde Yayınlanamaz.
Adres: Ofis Dicle sokak Erdinç 2 apt. Zemin kat no:4 D.Bakır  Tel: 0 (412) 228 18 01
Destek: haber@ajansdogu.com Reklam: Reklam@ajansdogu.com  Tasarım: Ajans Doğu
 

Theme Design By ZaGGi Theme www.supermeydan.net

Linktara En iyi Siteler