
AMED (AJANSDOĞU) - Serokê Şaxa Sendîqeya Kedkarên Buroyê (BES) ya Amedê balkişand ser operasyona dersînorî û wiha got, "Di vê operasyonê de 30 milyar dolar hatiye xerçkirin. Em dixwazin ku butçe ne ji bo şer ji bo kedkaran bê amadekirin."
Şaxa BES'ê ya Amedê têkildarî 'Çalakiya dest ji kar berdanê û Zagona Evlehiyê ya Civakî' li ber Defterdariya Amedê daxuyaniyek da çepemeniyê. Di daxuyaniyê de durişmeyên, "Em dê bi berwxedanê ser bikevin", "AKP xwe şaş neke sebra me xilas neke" berzkirin. Serokê Şaxa BES'ê ya Amedê Sabrî Gul li ser navê komê daxuyanî xwend û balkişand ser zirarên Zagona Ewlehiya Civakî. Gul destnişan kir ku zagona SSGSS'yê disa hatiye rojeva Meclîsê û têkoşîna wan ya li hemberî vê zagonê dê berdewam bike. Gul diyar kir ku bi vê zagonê hem di hêla tenduristiyê de hem di hêla sigortayê de wendahiyên kedkaran dê çê bibin. Gul daxwazên xwe rêzkirin û ji hukûmetê xwest ku zagon paşve bê kişandin