
COLEMÊRG (AJANSDOĞU) - Li Colemêrgê 2 mamosteyên ku ji ber bûyerên 15'ê Sibatê derket hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Mamosteyên bi navê Fîgen Yardimciel û Murat Balikesîr ku ji aliyê polîsên sivîl ve, di saetên sibehê de li ber Dersxaneya Bîrîkîmê hatin binçavkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin. 2 mamosteyên ku tê îdîakirin di dema bûyerên 15'ê Sibatê de piştgirî dane çalakvanan û ji bo PKK'ê slogan avêtine, piştî îfadedayîna li dozgeriyê, serbest hatin berdan.