
AMED (AJANSDOĞU) - Masîvanên di Çemê Firatê de masiya bi navê limûzirav a 50 kîlogiram girtin, li hemberî mezinbûna masiyê ecêb man.
Masîvanan di Çemê Firatê de masiyek limûzirav a wekî masîseg a biçûk tê zanîn girtin. Masiya 50 kîlogram li Amedê ji bo firotinê hate pêşkêşkirin. Masîvanê bi navê Şeref Uçar ku kîloya masiya limûzirav 10 YTL'yan difiroşe ji hemwelatiyên derdorê eleqeyek mezin dibîne. Hemwatiyên li hemberî mezinbûna masiyê matmayî man, li ber dezgahê masîvan kom bûn.