
AMED(AJANSDOĞU) - 4 polîsên bi îdîaya li Navenda Polîsan a Tenduristiyê di bin çavan de bûne sedema mirina Murat Yavuzerê bavê 2 zarokan ku bi hinceta girtereviyê hatibû binçavkirin, dihatin darizandin, beraet kirin. Di hinceta biryara dadgehê de jî xalên, "Yavuzer e bejna wî 1.82 metre dirêj çawa xwe bi hêsinê 1.66 metre dirêj ve hilawîstiye, di dema bûyerê de çima kameraya nezaretxaneyê nexebitiye û memûrê zêrevanê nezaretxaneyê çima di dema bûyerê de li wir nebûye" di tariyê de man.
Di 1'ê hezîrana 2005'an de hemwelatiyê bi navê Murat Yavuzer bi hinceta kapkaç kiriye hatibû binçavkirin û di bin çavan de miribû. Doza bi boneya bûne sedema mirina Yavuzer hatibûn vekirin bi dawî bû. Di encama doza li 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hate dîtin de polîsên bi sedema mirina Yavuzer dihatin darizandin ên bi navên N.C., A.S.D., C.D., S.U. beraet kirin. Dadgehê di biryara xwe ya bi sedem de ev mijar derxistin pêş: "Di encama nîşaneyên li ber çavan bûyer ji ber ku polîsan wezîfeya xwe xirab bikar aniye, pêk nehatiye. Bûyer di dema polîsan karê xwe kirî de çêbûye. Bersûcan di dema hildana Yavuzer de hemû tiştên wekî baxên pêlavê, kemer û tiştên din ên mirov dikarin xwe pê bikujin jê standine. Ligel vê yekê Yavuzer xwe bi şalê xwe xeniqandiye. Ligel ku hemû tiştên dibin sedema mirinê ji nezaretxaneyê hatine derxistin jî bikaranîna vî kesî ya şal, tiştek normal nîne. Di dema binçavkirinê de derxistina şalê mirovan jî exlaqî nîne. Ji ber vê yekê derketiye holê ku polîsan bi awayek baş wezîfeya xwe bi cih anî ye."
4 polîsan beraet kir
Di biryarê de hate îdîakirin ku li gorî rapora otopsiyê tu nîşaneyên ji derve mudahale kirinê tune ne û wiha hate angaştin: "Di encamê de tu kêmasiyên mirov bikaribe bavê ser polîsan li holê tune ye û ji ber vê yekê li gorî qenaeta me ya wijdanî de biryar hatiye dayîn. Li ser vê bingehê biryara beraeta 4 polîsan hatiye dayîn.
Di dema întîharê de qamera nexebitiye û zêrevan li wir nebûye
Yavuzer ê 28 salî di 1'ê hezîrana 2005'an de hatibûn binçavkirin. Çend seatan paşê jî hate îdîakirin ku Yavuzer xwe bi şalê xwe bi hesinên nezaretxaneyê ve hilawîstiye. Di encama lêkolînan de derketibû holê ku Yavuzer 1.82 metre dirêje lê hesinên tê îdîakirin xwe pêve hilawîstiye 1.66 metre ye. Li gorî vê yekê Yavuzer xwe çawa hilewîstiye nehat aşkera kirin. Cardin hate îdîakirin ku qamerayên 25 seatan nezaretxaneyê dişopînin di dema mirina Yavuzer de bi hinceta qamera nexebitîne, qeydên qamerayê nehatin peydakirin. Her wiha memûrê zêrevahiya nezaretxaneyê dike jî hate îdîakirin ku di dema mirina Yavuzer de li wir nebûye. Li gorî rapora otopsiyê jî nîşaneyên îşkenceya lê hatiye kirin derketin holê. Li gorî raporê hind lebatên wî yên hundirîn zirar dîtine. Her wiha ji bo memûrê zêrevan jî tê angaştin ku ji bo demek kin şandine Şaxa Midûriyeta Personelan.
Di encama birayra dadgehê de 4 polîsan beraet kir, Yavuzer bi awayek guman mir û 2 zarokên wî sêwî man.