
AMED (AJANSDOĞU) - Li Amedê yekemîn agirê Newrozê bi beşdariya sedan kesî ve bi awayek coş hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de sloganên dilsoziya çalakgeran a ji bo PKK û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tîne ziman û rûreşkirin polîtîkayên AKP'ê derkete pêş.
Komeleya Hemwelatiyên Azad a Hasirliyê, li Semta Surîçiyêa yekemîn agirê Newroza 2008'an pê xist.
Di pîrozbahiyên bi hezaran kes beşdar bûn de, lastîk hatin şewitandin û agirê Newrozê bilind bû. Di pîrozbahiyên Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Nejdet Atalay, Serokê Giştî yê Komeleya Pêşvebirina Civaka Sivîl Nadîr Yildirim jî beşdar bûn de, koma mûzîkê ya cîgirêyî bi navê Agirê Adarê derket ser dikê. Girseya li dor agir bi dahol û zirneyê govend girê da, sloganên, "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz", "PKK gel e gel li vir e" û "Ocalan" hatin avêtin. Di pîrozbahiyên posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin de, ciwanan xwe di ser agir de avêtin. Di pîrozbahiyê de jinan kincên neteweyî li xwe kirin û Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Nejdet Atalay axaftinek kir. Alatay balkişand ser girîngiya Newrozê û anî ziman ku Newroz ji bo kurdan hebûne. Altay diyar kir ku Newroz mizgîniya biharê ye û wiha got: "Ez mizgîniya biharê li gelê kurd pîroz dikim. Newroz ji bo pêşxistina têkoşîna gelê kurd firsatek e. Ez cardin mizgîniya hebûnê li we pîroz dikim."
Piştî axaftina Atalay girse li ber agirê Newrozê govend girê da û Koma Reqsê ya Komeleya Ozgur Yurttaşê ya Hasirliyê jî govend pêşkêş kir.